Li Meletîyê erdheja 4,3 pile-mezin
Peyama Kurd - Li navçeya Doganşehîra bajarê Meletiyê erdheja bi pile-mezinîya 4,3 pêk hat.
Rêveberîya Rewşa Awarte ya Lezgîn(AFAD) a Tirkîyeyê ragihand ku li Navçeya Doganşehîr a bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê, di demjimêr 10.55an de bi lerza 4,3an erdhejek pêk hatîye.
AFADê di daxuyaniya xwe de da zanîn ev erdhej 9,69 kîlometir di jêrzemînê de rû daye.
Di derbarê erdhejêde Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku "Erdheja ku li Meletî Doganşehîrê bi hêza 4,3 pêk hate, li navçeyên derdorê jî bandor kir.”
Şaredarê Doganşehîrê Durali Zelyurt jî diyar kir ku heta niha tu agahiyek neyînî negihîştîye ber destê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin