Li Meletiyê mirovek di nav baxçe de birîndar hat dîtin lê li nexwesxanê can da

23 November 2023 01:33 0 dîtin
Li Meletiyê mirovek di nav baxçe de birîndar hat dîtin lê li nexwesxanê can da

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Battalxaziyê, li taxa Alacakapı, li ser rêya kanalê ya bi navê Boranê, di nav baxçe de mirovekî ku bi çekê lê xistine birîndar hat dîtin. Li ser bûyerê tîmên polîs û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û mirovê birîndar birin nexweşxanê.

Birîndarê bi navê A.Ü.K. (58) bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Battalxaziyê. Hat fêmkirin ku bi sîlih li singa wî xistine û li nexweşxanê can da. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.