Li Mêrdînê operasyona gendeliyê: 8 berpirs û karmend hatin binçavkirin

21 November 2021 12:27 0 dîtin
Li Mêrdînê operasyona gendeliyê: 8 berpirs û karmend hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 8 berpirs û rêveberên parêzgariyê bi sedema ku di îhaleyên fermî de gendelî kirine hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariyê li parêzgeha Mêrdînê doh di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, li dijî Serokatiya Kordînasyon û Çavdêriya Veberhênanê  ya parêzgariya Mêrdînê operasyonek pêkanîn.

Di encama operasyonê de 8 kesên ku di nav wan de berpirs û karmendên parêzgariyê jî hebûn hatin binçavkirin.

Hat zanîn kesên desteserkirî bi tohmeta ku di îhaleyên fermî yên di navbera salên 2017-2018an ên li navçeya Artukluyê de  gendelî kirine, hatine desteserkirin.