Li Mêrdînê qedexeya çûn û hatinê bi dawî bû

23 February 2021 14:59 0 dîtin
Li Mêrdînê qedexeya çûn û hatinê bi dawî bû

PeyamaKurd – Li 18 gundên navçeyên çiyayî yên sînorê parêzgeha Mêrdînê û mezrayên ser bi wan gundan ve, operasyona serbazî û qedexeya çûn û hatinê, bi dawî bû.

Parêzgariya Mêrdînê, qedexeya çûn û hatinê ya di çarçoveya operasyona serbazî ya dijî gerîllayên PKKê, li 18 gundên navçeyên çiyayî yên ser bi bajarokên Şemrex, Dêrik û Qosera Mêrdînê û mezrayên ser bi wan gundan ragihandibû, bi dawî kir.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, operasyona serbazî bi dirêjahiya roja Duşemê berdewam bûye û di saet 22.30yên şeva heman rojê de qedexeya çûn û hatinê li wan navçeyan bi dawî bûye.