Li Mêrdînê operasyona serbazî: Qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin

22 February 2021 11:33 0 dîtin
Li Mêrdînê operasyona serbazî: Qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin

PeyamaKurd – Li 18 gundên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê û mezrayên ser bi wan gundan, Tirkiyê dijî gerîllayên PKKê dest bi operasyonekê kir û qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.

Li gor Parêzgariya Mêrdînê îro Duşemê 22ê Sibata 2021ê bi daxuyaniyekê diyar kir, li 18 gundên navçeyên çiyayî ser bi bajarokên Şemrex, Dêrik û Qoser û mezrayên ser bi wan gundan, operasyona artêşa Tirkiyê, li dijî gerîllayên PKKê destpê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ji ber destpêkirina operasyonê ji saet 06:00ê îro serê sibehê ve, heta daxuyaniyeke din qedexeya çûn û hatinê li wan gund û mezrayan berdewam dibe.

Parêzgariya Mêrdînê dide zanîn, armanca operasyonê parastina can û malê welatiyan, desteserkirina kesên daxwazkirî yên PKKê û jinavbirina gerîllayên PKKê ye li wan navçeyan.

Di daxuyaniyê de, Parêzgariya Mêrdînê daxwazê ji xelkê navçeyê dike ku bo silametiya xwe û parastina mal û canê xwe li wan navçeyên ku operasyon tê kirin û qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin, pêbendê rênmayiyan bin.