Trump: Qedexeya çûnûhatinê bo welatên Misliman wê pir xurttir bibe
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump gotibû, ger ew di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2024an de bi ser bikeve, ew ê qedexeya seyahatê ya nakokbar ku li ser hin welatên piraniya wan misliman in, bi awayekî berfirehtir û bihêztir vegerîne.
Trump di çarçoveya kampanyaya hilbijartina 2024an de li Iowa di mîtîngekê de axivî.
Trump bi bîr xist ku qedexeya derketina derve ya di dema serokatiya xwe de li ser hin welatên piraniya wan misilman in sepandibû got, "Dema ku ez vegerim peywirê, qedexeya derketina derve wê ji berê hîn berfirehtir û bi hêztir vegere. Em naxwazin xelk navendên me yên kirrûbirrê biteqînin. Em naxwazin xelk bajarên me biteqînin û zeviyên me bidizin."
Trump amaje bi wê yekê kir, "Amerîka wê wek Fransa mehkûmî heman çarenûsê nebe."
Hefteyek piştî destbikarbûna Trump, di 27ê Çileya 2017an de qedexeya derketina derve bo Îran, Sûriye, Lîbya, Yemen, Somalî, Çad û Koreya Bakur sepandibû û piştî ku ev biryar li balafirxaneyan bi berfirehî hat protestokirin, neçar ma gav paşde bavêje.
Dûv re, Çad bi hinceta ku "berpirsiyarên xwe bi cih aniye" ji navnîşê hate derxistin, qedexeya rêwîtiyê hate sivikkirin, nûvekirin û vegerandin, lê "biryara înfazê ya neteweyî" ji hêla dadwerên federal ên li Hawaii û Maryland ve hate astengkirin.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê di Hezîrana 2018an de bi 4 dengan li hemberî 5 dengên ‘erê’ bi erêkirina qedexeya derketina derve ya Trump a ku 7 welatan hedef girtibû, biryara qedexeya derketina derve ya li dijî 7 welatan eşkere kiribû.
Serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden bi biryarnameya ku Trump di hefteya ewil a wezîfeya xwe de îmze kiribû, qedexeya derketina derve ya ji bo hin welatên misliman rakir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin