Iraq: Ji bo serjimêriyê 2 rojan qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin

01 September 2024 17:09 0 dîtin
Iraq: Ji bo serjimêriyê 2 rojan qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin

PeyamaKurd - Civata Bilind a Şêniyan a Iraqê, ji ber serjimêriya giştî, di navbera 20 û 21ê Mijdarê de, li hemû parêzgehên Iraqê qedexeya çûn û hatinê ragihand.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro bi beyannameyekê ragehand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şîa Sûdanî serperiştiya civîna sêyem a Civata Bilind a Şêniyan kiriye û tê de behsa lidûçûna amadekariyên serjimêriya giştî ya ku wê di meha Mijdarê de bê kirin, kiriye.

Di civînê de Sûdanî behsa hemî bizavan û raporta Dezgeha Daneyan û Sîstema Zanyariyên Cografî yên Wezareta Pilandananê kir û daxwaz kir ku pêdiviyên pêwîst di dema amadekariyan de ji bo bicihanîna pêvajoya serjimêriya şêniyan bên pêşkêşkirin.

Di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo hêsankirina pêvajoya amadekariyan û rahênanên serhijmêriyê şertên pêwîst bêne bicihanîn. Biryarên ku di civînê de hatin standin ev in:

-        Qedexeya hatin û çûnê li tevaya parêzgehên Îraqê li rojên 20 û 21ê Mijdara 2024ê.

-        Çarekirina daxwaziyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, li ser amadekirina kadirên amarê ji bo piroseya hejmardananê û vavartinê.

-        Piştevaniya Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî, ji bo piroseya amarê bi rêya amadekirina polan ji bo rahênanan û herwesa navendên ciwanan bi rêya Wezareta Werziş û Lawan.

-        Bilezkirina veguhastina pêdivîtiyên darayî ji bo piroseya serhijmêriyê.

-        Mêvandariya Serokê Dezgeha Amarê û Sîstema Zanyarên Cografî li civîna Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya navbera parêzgehan.