Li Iraqê qedexeya çûnûhatinê ya temamî destpê kir
PeyamaKurd – Li Iraqê, qedexeya çûnûhatinê ya temamî ji bo 10 rojan destpê kir.
Hikûmeta Iraqê, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ya temam, ji nîva şeva borî ve û heta 22ê vê mehê ragihand.
Qedexeya çûnûhatinê, Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
Wezareta Navxwe ya Iraqê, tevahiya hêzên ewlekariyê rasperd, ji bo li gorî biryara qedexeya derketina derve tevbigerin û destûr da ku dermanxane, dikanên xwarinê, sebze û fêkiyan bên vekirin.
Heta niha li Iraqê û Herêma Kurdistanê, hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 1 milyon 122 hezar û 914 kesan, ji wan jî 15 hezar û 834 kesan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin