Li Mêrdînê qeza çêbû: jinekî mir
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê (Kızıltepe) mîksera betonê bi sedema valabûna frêna wê ji kontrolê derket û jineka bi navê Amîne Göktürk a ku xwediyê 5 zarokan bû da û jinik di qezayê de mir. Qeza êvarê siet li dora 7an çêbû.
Li ser agahdayîna bo polîs û tîmên tenduristiyê, ambûlans û polîs hatin ciyê bûyerê û ajotvanê mîkserê xistin bin çav. Cenazeyê jinikê birin morga nexweşxaneya dewletê ya Qoserê û ajotvan ji aliyê polîsan de hat binçavkirin. Ajotvan birin asayîşa Qoserê.
Xwediyê jinika wefatkirî bertekê nîşan dan ajotvan lê polîsan nehişt tişteka nexweş biqewime. Lêpirsîna qezayê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin