Li Mêrdînê qeza çêbû: 1 mirî û 7 birîndar
PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Mêrdîn û Diyarbekirê du erebe lihev ketin û di encamê de 1 kes mir û 7 kes birîndar bûn. Ereba ku plaka wê nehat zanîn li mînîbusa di pêşiya wê de diçû xist û ajotvanê mînîbusê mêzêna xwe wenda kir û qelibî kenarê rê.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û cendirmeyan, her dû alî çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Ji birîndaran halê yekî nexweşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin