Li Misrê qeza zincîre çêbû: 32 mirî û 63 birîndar hene
PeyamaKurd – Li welatê Misrê li ser rêya ku bajarê Qahîre û bajarê Îskenderiye bi hev re gire dide, qezayekî zincîre qewimî û di encamê de 32 kes mirin û 63 kes birîndar bûn. Ji ber ji otomobîlan benzîn, dohn û mazot herikî, agir bi hinek erebeyan ket.
Ji ber qezayê gelek ambûlans û polîs çûn ciyê bûyerê. Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Misrê; gelek erebe û otobusa rêwiyan ketine nav qezayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin