Li Minbicê 4 çekdarên Tirkiyê hatin kustin

25 June 2021 13:58 0 dîtin
Li Minbicê 4 çekdarên Tirkiyê hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin, li eniya bakur-rojhilatê Minbicê hewldanên çekdarên dewleta Tirkiyê têk birine û 4 çekdar kuştine.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, do sibehê êrîşî bakur-rojhilatê Minbicê kirin û xwestin gundê Hoşyeriyê û Taxarê dagir bikin, lê rastî bersivek tund a ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşê de daxuyanî da û anî ziman: ‘‘Çekdaran, saetên sibehê hewl dan derbasî xalên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê bibin, lê şervanên meclîsê bersiv dan û şerekî dijwar qewimî.”

Navendê diyar kir, di encama şer de 4 çekdar hatin kuştin û yên din jî reviyan.