HSD: Li Minbicê 5 çekdarên HTSê hatin kustin, 11 jî birîndar bûn

07 September 2023 18:21 0 dîtin
HSD: Li Minbicê 5 çekdarên HTSê hatin kustin, 11 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye ragihand ku, êrîşeke çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hatiye têkdan û 5 çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, îro 7ê Îlonê danê sibehê, çekdarên HTŞ yên Tirkiye piştgiriya wan dike, careke din hewl dane êrîşî xalên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundê Ereb Hesen bikin.

Hate gotin ku bersiva êrîşê hatiye dayîn û 5 çekdar hatine kuştin, 11 jî birîndar bûne ku çek û cebilxaneyên wan jî hatine desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê piştî operasyona HSDê ya li Dêrazorê ya bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku 27ê Tebaxê hatibû destpêkirin, êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li ser bejahiya Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê zêde bûne.