Li Minbicê 3 çekdarên koma Diri El-Firat hatin kustin

19 August 2021 13:29 0 dîtin
Li Minbicê 3 çekdarên koma Diri El-Firat hatin kustin

PeyamaKurd – Li gundê El Catê yê Bakurê Rojhilatê Minbicê, 3 çekdarên koma Diri El-Firat ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, çekdarên Diri El-Firat ên artêşa dagirker, hewl dan bakurê gundê El Catê dagir bikin.

Herwiha Meclîsê destnîşan kir, hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersivek tund da çekdaran.

Di encama bersivdayînê de, êrîşa çekdaran hat şikandin û 3 çekdar hatin kuştin.