HSD û hêzên rêjîmê ser kirin: 4 çekdarên koma Feyleq El-Samê hatin kustin
PeyamaKurd – HSD û hêzên rêjîmê li navçeya Şêrewa ya Efrînê şer kirin û di encamê de 4 çekdarên koma Feyleq El-Şamê hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, do şer û pevçûnên tund di navbera HSD û rêjîma Sûriyê ji hêlekê ve û çekdarên koma Feyleq El-Şam ji hêleke din ve li nêzîk xaka gundê Burc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa ya gundewarê Efrînê de derketin.
Herwiha da zanîn, di encama pevçûnan de 6 çekdarên koma Feyleq El-Şam hatin kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.
Di berdewamiyê de diyar kir, hêzên HSD û rejîma Sûriyê karîn ji du aliyan ve bi pêş biçin û dest deynin ser du xalên Feyleqa El-Şamê û kontrol bikin.
Feyleq El-Şam ku bi navê “Feyleq Hums” jî tê naskirin, hevalbendiyek ji 19 komên opozisyona Îslamî ye, di destpêka sala 2018an de bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser herêma Efrînê kirin û dagîr kirin.
Hejmarek gundên navçeya Şêrewa wek (Soxanek, Bênê, Ziyaret, Aqîbê, Bircikê Silêmên) yên nêzîkî her du gundên Şîenişîn (Nubil û Zehra) neketibûn destê artêşa Tirkiyê û di destê YPG/HSD de mane, hêzên rêjîma Sûriyê jî lê bicih dibin.
Rewangehê destnîşan kir, şeva Yekşem/Duşemê pevçûnên dijwar bi çekên giran û navîn di navbera komên “Artêşa Niştimanî” a opozîsyona Sûriyê ji hêlekê ve û hêzên HSDê û rêjîmê ji hêleke din ve, li eniya Ebla li gundewarê bajarê Babê li rojhilatê Helebê derketin, bêyî ku tu agahî li derbarê ziyanên canî de bê bidestxistin.
Rewangehê diyar kir, moşekek ku ji navçeya hêzên ser bi Tirkiyê ve hatibû avêtin li malekê li gundê Tinib ê navçeya Şara ya Efrînê ket, di encamê ciwanekî 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin