Li Minbicê otomobîlek hat teqandin: Yek jî fermandar 3 kesan can da

09 July 2023 15:59 0 dîtin
Li Minbicê otomobîlek hat teqandin: Yek jî fermandar 3 kesan can da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 9ê Tîrmehê li navenda bajarê Minbicê otomobîlek hate teqandin ku di encamê de, 3 şervanên Encûmena Leşkerî ya Mincibê ya bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku îro li nêzî çerxerêya El-Sebih Behrat a Minbicê otomobîlek teqiya û di encamê de 3 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav de fermandarek jî hebû, can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

SOHRê daye xuyakirin, heta niha nayê zanîn bê ew teqîn di encama mînekê de bûye yan jî ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin.