Li Misrê agir bi Dêra Kiptiyan ket: 41 kesan can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Tebaxê roja Yekşemê, agir bi nav dêreke Misrê ket û herî kêm 41 kesan bi şewatê can da.
Di nav dêra Ebû Sefîn a herêma Imbaba ya bajarê Cîzayê ya Kiptiyên Misirê de, îro Yekşemê şewateke mezin rû da.
Hat ragihandin ku di şewatê de, 41 mirine û û 14 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Misrê Husam Ebdulxefar derbarê şewatê de eşkere kir, piştî şewatê, wan zêdetirî 30 ambulans şandine cihê bûyerê û 55 kes ji wan 41 mirî û 14 birîndar bo nexweşxaneya Imbabayê hatine veguhestin.
Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî, piştî bûyera şewatê daxwaz ji hemû sazî û dezgehên pêwendîdar ên dewletê kir ku bilez hemû tedbîrên pêwîst ji bo rûbirûbûna vê bûyerê û kêmkirina bandorên wê bistînin û hemû xizmetên tenduristiyê ji birîndaran re dabîn bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin