Li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, 2 zaravayên Kurdî hatin bikaranîn
PeyamaKurd- Piştî rexne û daxwazên ku zêde bûn, li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, 2 zaravayên Kurdî hatin bikaranîn. Panoya ku mehek berê bi 4 zimanan hatibû danîn, ji aliyê qada olî ve hat guhertin û 2 zaravayên Kurdî lê hatin zêdekirin.
Beriya mehekê, Serokatiya Kar û barên Diyaneta Tirkiyeyê, li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, ji bo danasîn û pêzanînê, panoyên agahdariyê danîbûn. Panoyên ku bi zimanên Tirkî, Îngilizî, Erebî û Rûsî hatibûn amadekirin, ji aliyê xelkê bajêr ve rastî nerazîbûnan hat. Li ser van nerazîbûnan, Serokatiya Diyanetê pano guhertin û Zaravayê Kurmancî û Zaravayê Zazakî li panoyan bi cih kirin.
Rexne û nerazîbûnên ku hatibûn kirin, bi piranî li ser paşguhkirina Zimanê Kurdî bûn û li ser mafên pêzanîna geştiyarên Herêma Kurdistanê bûn ku her sal bi deh hezaran serdana Diyarbekirê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin