Li Mûsilê 6 endamên DAISê hatine kustin

01 July 2019 12:00 0 dîtin
Li Mûsilê 6 endamên DAISê hatine kustin

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê ragihand ku li parêzgeha Mûsilê 6 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine kuştin.

Fermandehiya operasyonan ya artêşa Iraqê ragihandiye, hêzên Iraqî bi alîkariya balafirên şer yên hêzên hevpeyman li gundên Eyn Cehş û Um Heram yên Mûsilê çend operasyon li dijî rêxistina terorîst DAIŞê pêk anîne.

Li gorî agahiyên wê dezgeha leşkerî, di operasyona Eyn Cehş de tunêleka DAIŞê hat dîtin ku komek çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn. Piştî teqandina tunêlê 4 terorîst tê de hatin kuştn.

Fermandehiya operasyonan daye zanîn, li gundê Um Heram jî 2 endamên DAIŞê, ku xwe bo êrişeke xwekujiyê amade dikirin, hatin kuştin