MSB: Di 2023yan de 1427 endamên PKK û YPGê hatine kustin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku ji serê sala 2023yan ve 1427 endamên PKK û YPGê di operasyonan de hatine kuştin.
Şêwirmendê Ragihandinê û Çavkaniyên Mirovan yê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk ragihand: “Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, li dijî her cure gef û metirsiyên PKK/KCK, YPG û PYD operasyonên xwe bê navber didomînin.”
Akturk diyar kir: “Di hefteya dawî de, 72 endamên PKKê, ji serê salê ve jî 1427 endamên PKKê hatine kuştin. Li devera operasyona Pence-Kilîl, di nava komgeh û şikeftan de, bi tonan teqemenî û çek hatine desteserkirin.”
Herwiha Akturk da zanîn, pêwendî û hevkariyên wan ligel hikûmeta navendî ya Iraqê hene û ew ji wan pêngavên dawî jî dilxweş in û dixwazin bidomin.
Berpirsê Wezareta Berevaniya Tirkiyê got, 800 gund bi zorê ji aliyê PKKê ve hatine valakirin, deverên ava û daristan hatine şewitandin û gelê sivîl jî wek mertal têne bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin