Çavusoglu: Amerîka aliyê YPGê digire, tenê gavên 'kozmetîk' hatine avêtin

10 September 2019 14:51 0 dîtin
Çavusoglu: Amerîka aliyê YPGê digire, tenê gavên 'kozmetîk' hatine avêtin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, piştî rêkeftina ligel Amerîkayê bo herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, car din gefa operasyonê xwar û li ser gavên ligel Amerîkayê hatine avêtin jî got, “Gavên hatine avêtin yan jî tê gotin gav hatine avêtin, gavên kozmetîk in.”

Çavuşoglu wiha axivî: “Heger ji van muzakereyan encam dernekeve me her cure amadekariyên xwe kirine û emê bikevin herêmê. Dê seqamgeriya herêmê bê dabînkirin. Helwesta Amerîkayê bêhtir alîgiriya PKK/YPGê ye. Ne mimkun e em vê qebûl bikin.”

Çavuşoglu herwiha mijara Minbicê bibîr xist û got ku Amerîkayê nexşerêya Minbicê jî di nav be, ji ber têkiliya xwe bi YPGê re ti soza xwe bicih neanîye.

Tevî van daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê jî leşkerên Amerîka û Tirkiyê di çarçoveya lihevkirina herêma ewle de, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên leşkerî yên bejahî û esmanî gerandibûn.