Çavusoglu bo Amerîka: Perwerdekirina YPGê xiyanet e...
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bersiva daxuyaniya Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford da ku gotibû, ‘Dê Amerîka 35-40 YPGyîyan perwerde bike’.
Çavuşoglu di civîna Koma Reforman a 5mîn de ku li Enqerê hat lidarxistin got, “Heger qesta Amerîkayê perwerdekirina YPGê be, ev şaşîyeke gelekî mezin e. Ji herêmê re xiyanet e. Em lê temaşe nakin.”
Çavuşoglu plana nexşerêya Minbicê ya digel Amerîkayê wekî yekane rêya îstiqrara bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) nîşan da û diyar kir, “Piştî xebatên pêkanîna nexşerêya plana Minbicê, ya ku bê kirin destpêkirina nexşerêya bo Rojhilatê Firatê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin