Robert Ford: Amerîka qet dest ji YPGê bernade û ji Sûriyê jî venakise!
PeyamaKurd - Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford got ku Amerîka qet dest ji piştevaniya YPGê bernade û ji Sûriyê jî venakişe.
Robert Ford da zanîn, Amerîka deh sal in bi YPGê re weke hevbeşeke xwecihî dixebite, qet dest ji piştevaniya YPGê bernade û ji Sûriyê jî venakişe.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyê Ford li ser nerazîbûnên Tirkiyê bo hevkariya Amerîka û YPGê jî got, Koşka Spî helwesta xwe ya li hemberî YPGê naguhere, ji ber ku wan deh salan bi DAIŞê re şer kirine.
Ford da zanîn, berî çend rojan Encûmena Pîran a Amerîkayê projeyasayek li ser vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyê red kiriye û diyar kir, piştevaniyeke siyasî ji bo hebûna leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin