Robert Ford: Wê Amerîka pistgiriya Pêsmerge bidomîne, ti planeke vekisîna ji Sûriyê jî nîne
PeyamaKurd - Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford got, wê Amerîka alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam dike û diyar kir, niha ti planeke Amerîka ya vekîşîna ji Sûriyê tune ye.
Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Rober Ford di bultena K24ê de ragihand, niha ti planeke Amerîka ya vekîşîna ji Sûriyê tune ye, rêveberiya Serok Biden bi eşkere ragihandiye ku ew ê hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.
Derbarê Iraqê de jî Ford got: “Plana Biden a berdewamiya rahênankirin û piştevaniya artêşa Iraqê û Pêşmerge berdewam be. Bawer nakim Amerîka ti hêzeke xwe ji Rojhilata Navîn vekişîne.”
Li ser pêwendiyên Washington û Enqerê jî Ford destnîşan kir, piştevaniya Amerîka ji HSDê re dibe sedema aloziya pêwendiyên her du aliyan û ev aloziya derbarê Sûriyê de dê berdewam be.
Ford diyar kirî, Amerîka dê di berbaskirina alîkariyan ji bo Idlibê berdewam be û herwiha dê cezayên li ser berpirsên rêjîma Sûriyê yên destê wan di tawanan de hene jî berdewam be.
Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê da zanîn, Amerîka bi tena xwe nikare aramiyê li Sûriyê peyda bike. Ji Amerîka re girîng e ku agirbesta li bakurê û rojhilatê Sûriyê heye berdewam be.
Derbarê Pêşmerge de jî Ford got: “Amerîka di hevkarîkirina Pêşmerge de berdewam dibe. Amerîka dixwaze di pirsa rûbirûbûna terorê de, rola zêde bide hêzên Iraqî, di nav de jî hêzên Pêşmerge.”
Derbarê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de jî Ford got, ji ber ku gelek hêzên wek PKK, hêzên Iraqî û hêzên Êzidiyan hene, Amerîka vê pirsê ji Iraqiyan re dihêle ku li ser li hev bikin û destwerdanê tê de nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin