Çavusoglu: Amerîka Kurdan û YPGê bi zanebûn yan jî…
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku di navbera Tirkiye-Amerîkayê de hêza hevbeş a şopandina vekişîna ji Sûriyê hatiye avakirin.
Çavuşoglu bal kişand ser ku ligel mercên nebaş jî di pêkananîna nexşeya Minbicê de pêşveçûn çêbûye û li ser plana avakirina herêma ewle jî wiha got:
"Heger qesta avakirina herêma ewle avakirina herêma tampon bo terorîstan be dê Tirkiye li dijî vê derkeve. YPG hîn jî li nav Minbicê ye û divê ji Minbicê derkeve. Amerîka bi zanebûn, yan jî ne bi zanebûn Kurdan û YPGê yek dibîne.”
Wezîrê Tirk herwiha diyar kir ku hinek welat pere didin rêxistinên tundrew li Idlibê û wan teşwîqî têkdana rêkeftina Idlibê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin