Li Myanmarê grûbên li dijî desthilata leskeran li ber leskeran kemîn danîn
PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê grûbên serhildêr yên li hemberê desthilata derba leşkerî dertên, li ber yekîneyên artêşê kemîn danîn. Li gor vîdeoyên ketin ser çapemeniya dinyayê, di dîmenan de gelek TIR û kamyonên artêşê ketine ber guleyên çekên grûbên çekdar.
Hat ragihandin ku di dema grûb kemînê danîne, ew bi xwe dîmenan kişandine kamerayan û belav kirine.
Ji sala 2021an heya niha li Myanmarê leşker li ser îdara welatin û tevî soz dabûn ku wê derbasî demokrasiyê bibin jî dest ji desthilatê bernadin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin