Li Mynamarê ji ber bobelata Yagiyê 384 kes can dan û 89 kes wenda ne

21 September 2024 22:15 0 dîtin
Li Mynamarê ji ber bobelata Yagiyê 384 kes can dan û 89 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê rewşa siyasî ne gelek nexweşe û her weha rewşa kêşûhewayê xelkê dixe zor û zahmetiyan. Bobelata Yagiyê bi sedema barana xwurt dibare û paşî hem lehî radibe û hem hez li erdê dikeve.

Li Mynamarê heya niha di afata Yagiyê de 384 kes mirin û 89 kes heya niha wenda ne. Yagi, her weha zerara mezin daye avahiyên bingehîn yên wekî rê, pir, şebeka elektrîkê û her weha daye xanî û alavên xelkê.

Rêvebiriya Myanmarê radigihîne ku li eyaletên wekî Kayah û Kayinê û deverên din, tayfûna Yagiyê zerarê daye rê, pir, xanî û dibistanan.

NY ragihand ku li Myanmarê jimara kesên ji Yagiyê bandorê girtine, gihaye 887 hezarî.