Li nav kolanê 2 grûb bi sîlihan lihev xistin: 1 kustî û 6 birîndar

24 June 2021 23:32 0 dîtin
Li nav kolanê 2 grûb bi sîlihan lihev xistin: 1 kustî û 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navçeya Yüreğirê li taxa Ulubatlı Hasan 2 grûbên ku navbera wan xweş nînbû, bi sîlihan lihev xistin. Bûyer di destpêka şevê de çêbû û di encamê de 1 kes mir û 6 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku jin a bi navê Özgür K. di wexta di rêya xwe de diçû birîndar bûye.

Di şer de Fatih Yıldırım, Sergen E., Ayaz G., Mert N., Bülent G., Serdal G. û Özgür K. birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Fatih Yıldırım, bi sedema halê birîna wî xedar bû li nexweşxanê can da.

Polîs li ser bûyerê piralî radiweste û gelek kesên tevlî şer bûne xistiye bin çav.