Li nav sînorên Herêma Kurdistanê leskerekî Tirk hat kustin
PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ragihand ku leşkerek di dema operasyona dijî PKKê de li nav axa Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.
Parêzgariyê daye xuyakirin ku leşkerê hatiye kuştin ji Mereşê ye û piştî ku di şer de birîndar bûye li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Parêzgariyê devera ku şer rû daye û ew leşker birîndar bûye eşkere nekir.
Hat eşkere kirin ku navê wî leşkerî Îslam Çîftçî ye û agahiya mirina wî bi malbata wî re hatiye parvekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya nav sînorê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve têne topbaran û bombebarankirin.
Li aliyê din Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî bi rêya hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li dijî PKKê li nav sînorên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin