Li navça Bismilê du malbat pevçûn: 3 mirî û birîndarekî heye
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Amedê li navça Bismilê li taxa Dumlupınarê di navbera du malbatên ku berê navbera wan xweş nîn bû, di serî de munaqeşe kirin û paşî bi çekan li hev xistin.
Bûyer ber destê êvarê çêbû. Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku Recep Gümürcü û Hisamettin Tekin, li ciyê bûyerê bi guleyên demançê mirine. Meydin Gümürcü (62) û S.T. (21) birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bismilê û Meydin Gümürcü li nexweşxanê can da.
S.T.yê birîndar, ji ber birîna wî xedar bû, wî birin nexweşxana zankoya Dîclê ya tibê. Cenazên miriyan ji bo otopsiyê birin morga Bismilê.
Polîs li ser bûyerê 2 kesan xistin bin çav û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin