Li navça Çêrmûkê di nav 2 malbatan de pevçûn derket: 5 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çêrmûkê li taxa Qaleyê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di pevçûnê de dar, kevir û çek hatin bikaranîn. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Tîmên lezgîn yên 112an birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Sedema bûyerê û navên birîndaran nehat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin