Li navça Xebatê du malbat pevçûn: 4 kustî
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li navça Xebatê li gundê Kevrebanê, du malbat lihev xistin û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor qeymeqamê Xebatê Kwêstan Ahmed ku ji Rûdawê re ragihandiye, bûyer ber destê êvarê çêbûye û ji berê de di navbera her du malbatan de dijminahî hebûye.
Ahmed ragihandiye ku di şer de bi sîlihan lihev xistine, 4 kes mirine û ji kuştiyan bav û 2 kurin û yê din pismamê wan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin