Li navça Sêwerekê berazekî êrîsê cotyarekî kir û dijwar birîndar kir

20 August 2024 23:03 0 dîtin
Li navça Sêwerekê berazekî êrîsê cotyarekî kir û dijwar birîndar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê berazekî êrîşê cotyarekî ku di nav erdê xwe de dixebitî kir. Cotyarê bi navê Mustafa Güngör (37) piştî birîndar bû, wî birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê.

Di êrîşa berazî de Mustafa Güngör ji sing û qorika xwe birîndar bû. Ji ber rewşa birîndar baş nîn bû wî ji nexweşxana Sêwerekê birin nexweşxana Rihayê ya lêkolîn û perwerdê ya Mehmet Akif İnan.

Jiyana Mustafa Güngör di xeterê de ye û rewşa wî baş nîne.