Li navça Sarayê ya bi ser Wan ê 49 koçber hatin girtin

21 June 2022 23:59 0 dîtin
Li navça Sarayê ya bi ser Wan ê 49 koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Li navça Sarayê ya bi ser bajarê Wanê di wexta kontrola tîmên cendirmeyan de 49 koçberên qaçax yên Afxanî hatin girtin. Bi 49 koçberan re 3 organîzator jî hatin girtin.

Li ser rêyên navberê yên talî de, di wexta ku xwestin koçberan li mînîbusê siwar bikin û jimara mînîbusê jî jê hatibû danîn, tîmên cendirmeyan koçberan û kesên bi navên S.Ö.(ajotvan), D.K. û B.Y.(çavdêr) girtin.

Koçberan şandin navenda koçberan da wan paşde bişînin welatê wan û her sê organîzatoran şandin dadgehê û dadgeh wan şand zîndanê. 2 alavên ku koçberan bi wan dibirin, dadgehê dest danî ser wan.