Li navça Sax a Wanê brûskê li cerdevanekî xist û cerdevan can da

13 May 2024 22:41 0 dîtin
Li navça Sax a Wanê brûskê li cerdevanekî xist û cerdevan can da

PeyamaKurd – Li navça Şaxê (Çatak) ya bi ser bajarê Wanê li baregeha leşkerî ya Belbukan Kalekolê, brûskê li cerdevanê bi navê Çetin Şeylan xist û di encamê de can da. Cenazê Şeylan ji bo otopsiyê birin nexweşxana dewletê ya Şaxê (Çatakê).

Bûyer, seet di 17.30an de çêbû. Belbukan Kalekol dikeve navbera navça Şaxê û navça Beytuşebab a Şirnexê. Mirovên Şeylan ku bihîstin brûskê lê xistiye, li ber derê nexweşxana Şaxê ya dewletê civiyan.