Li navçeya Kerboranê 2 taxan xistin karantînayê

01 September 2021 01:17 0 dîtin
Li navçeya Kerboranê 2 taxan xistin karantînayê

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Kerboranê bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê zêde bû, 2 taxan xistin karantînayê.

Biryar ji aliyê heyeta Hîvzisihayê ya navçeyê de ji bo taxên Sumerê û Kilawûzê hat dayîn. Her dû tax ji aliyê cendirmeyan de hatin dorpêçkirin û dema pêwist be çûnû hatin bi kontrol dibe. Kesên qaîdeyên karantînayê binpê bikin, wê bo wan ceza bê dayîn.