Navçeya Hozat a Dêrsimê xistin karantînayê
PeyamaKurd – Li navçeya Hozatê ya Dêrsimê ji ber nexweşiya hariyê serlêdana karantînayê hat destpêkirin.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, yek ji dewarên hilberînerekî ku li Hozatê dima telef bû.
Li ser vê yekê nimûneya ku ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Parêzgehê ji heywanê girtibûn, ji Midûriyeta Saziya Kontrola Veterînerî ya Elezîzê re hat şandin.
Di lêkolîna nimûneyê de hat tesbîtkirin ku heywan har bûye.
Li navçeya di karantînayê da 6 meh ketin û derketina heywanan hat qedexekirin û derzîlêdana li dijî hariyê hat destpêkirin.(Çavkanî: AA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin