Li navçeya Qoser a bi ser Mêrdînê pevçûn derket
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê di navbera malbatên eqrebayên hevin, pevçûn derket 5 kes birîndar bûn ku 2 ji wan birînên wan xedar in. Bûyer li dora nîvroj ya îro çêbû.
Di bûyerê de bi dar û keviran lihev dan û kesên bi navên M.K., M.K., H.K., V.K. û Ş.M. birîndar bûn. Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê polîs diçin ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Birînên kesên bi navên M.K. û M.K. giranin.
Polîs li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin