Sofêrekî ji navçeya Qoser a Mêrdînê di nava otomobîla xwe ya barhilgir de mirî hat dîtin

21 April 2022 09:59 0 dîtin
Sofêrekî ji navçeya Qoser a Mêrdînê di nava otomobîla xwe ya barhilgir de mirî hat dîtin

PeyamaKurd Şofêrekî ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li ser cadeya sereke ya Deriyê Navdewletî Îbrahîm Xelîl, di nava otomobîla xwe ya barhilgir de mirî hat dîtin.

Li gor Berdevkê Polîsên Zaxoyê Nehşet Selman roja Çarşemê 20.04.2022 diyar kiriye: “Şeva borî em hatin agahdarkirin ku welatiyekî xelkê Bakurê Kurdistanê di nava otomobîla xwe ya barhilgir de can daye û piştî tîmên me çûn cihê bûyerê diyar bû ku şofêrê barhilgirê L.A.S 45 salî ye û ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Mêrik di barhilgira xwe de li benzînxaneya ES Oil li ser cadeya sereke ya Îbrahîm Xelîl can daye.”

Nehşet Selman eşkere kiriye, cenaze ji bo otopsiyê veguhestine Duhokê û lêpirsîn li gor madeya 405 ya Qanûna Ceza ya Iraqê li Binkeya Polîsê ya Rizgarî hatiye destpêkirin.