Egitim-Sen: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê formên dersên bijarte nehatine dayîn
PeyamaKurd – Şaxa Mêrdînê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim-Sen) diyar kir, li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê li hinek dibistanan formên dersên bijarte nehatine dayîn û yên ku hatine dayîn jî ji aliyê rêveberiya dibistanan ve hatine amadekirin û ew ê derbarê wan kesan de gilî bikin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte berdewam e. Şaxa Mêrdînê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim-Sen) li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û da zanîn, wan tespît kiriye ku li hinek dibistanan form nehatine dayîn û hinek ji wan jî ji aliyê îdareya dibistanan hatine amadekirin û dibêje: “Li Mêrdînê rêveberên dibistanan ku dijminatiya zimanê Kurdî dikin suc dikin û em ê derbarê wan de gilî tomar bikin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 21ê Çileya 2022ê, serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin