Li Mêrdînê navçeya Mîdyadê minîbus wergeriya 3 kesa can da
PeyamaKurd- Mêrdînê li navçeya Mîdyadê minîbus wergeriya 3 kesa can da, 14 kes birîndar bûn
Ligor malperên Bakurê Kurdistanê minîbusa ku ji Diyarbekirê dihat Mîdyadê û plaqa wê 21 GP 428e, Abdullatîf Aydin diajot li ser rêya Mîdyad û Mêrdînê di kîlomêtreya 13em da wergeriya. Di qezayê da Esma Tanguner (32), Seher Tanguner (3) û Sultan Yuksekdag (3) mirin, 14 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Qaymeqamê Mîdyadê Huseyîn Tekîn birîndar li nexweşxaneyê ziyaret kirin û paşê daxuyanî da rojnamegeran got ku minîbusa xwezginiyan ku ji Diyarbekirê hate navçeyê, wergeriya û wiha dewam kir, "Ekîbên me li ser cabdayînê demildest gihîştin cihê bûyerê û birîndar sewqî nexweşxaneyê kirin. Di qezayê da 2 jê zarok 3 kes mirin. Talûkeya birîndaran tuneye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin