Li ser rêya Erxeniyê minîbusekî wergeriya: 14 birîndar

16 November 2023 22:35 0 dîtin
Li ser rêya Erxeniyê minîbusekî wergeriya: 14 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Diyarbekir-Erxeniyê di km ya 17an de mînîbusekî ji kontrola ajotvan derket û derbasê rêya terefê dinê bû û wergeriya. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Li ser rûdawê tîmên 112an yên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn ciyê bûyerê. Tîmên 112an birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên cuda yên bajêr.