Li ser rêya Erxeniyê otomobîlekî wergeriya û 7 kes birîndar bûn

14 July 2022 22:12 0 dîtin
Li ser rêya Erxeniyê otomobîlekî wergeriya û 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Otomobîla ku kesê bi navê Veysel Şahin dajot, li ser rêya navbera Erxeniyê û Diyarbekirê li devera istasyona Geyîkê ya trênê, ji ber kontrola otomobîlê ji destê wî derket, otomobîl ji ser rê derket û wergeriya.

Di qezayê de ajotvan Veysel Şahin û kesên di otomobîlê de Menice Şahin, Altun Akşit, Enes Akşit, Rabia Şahin, Esengül Şahin û Nurdagül Şahin birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên 112 ê birîndaran birin nexweşxanên der û dor.