Li ser rêya Batman û Kercewsê minîbus wergeriya: 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Kercewsê ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê minîbuseke wergeriya û 12 kesên tê de bûn birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan minîbusa rêwiyan ya plakeya 72 DU 021bi şiferê bi navê Hidayet Adibellî (35) ji Batmanê diçû navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê, nêzîkî gundê Kesîksuyê yê Qosrê yê Kercewsê qeza kir û wergeriya.
Hat ragihandin ku di qezayê de şifêr jî di nav 12 kes birîndar bûne û bi ambûlansan ew bo nexweşxaneya Batmanê hatine veguhestin.
Hat diyarkirin ji birîndaran rewşa Ayten Alpaslan giran e ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê tê dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin