Li navenda sematekê ya Îspanyayê têlekî qetiya û 30 kes birîndar bûn

18 January 2025 18:08 0 dîtin
Li navenda sematekê ya Îspanyayê têlekî qetiya û 30 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bakûrê Îspanyayê li bajarê Huescayê li navenda şematekê ya Astunê, di maqara dagerê de ariza çêbû û di encamê de 30 kes birîndar bûn.

Rêvebirê rewşa lezgîn yê hukumeta otonom ya Aragonê Miguel Angel Clavero, ji bo çapemeniya Îspanyayê ragihand ku di navenda şematekê ya Astunê de, di xetta telesiyejê de, di maqara dagerê de, têlekî qetiyaye û ji telesiyejan hinek ji wan ketine.

Di qezayê de herî kêm 30 kes birîndar bûne, birîndaran bi helikopter û ambûlansan birine nexweşxanên nêz. Ji 30 birîndaran rewşa 9 kesan xerab e. Navend, ji bo demekî hat girtin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, li ser qezayê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku bi serokê hukumeta otonom yê Aragonê bi Jorge Azcon re axifiye, ji ber qezayê xemgîne û ji bo birîndaran ji destê wan çi were dê bike. Ji bo birîndaran şîfayê xwest.