Li Nîjeryayê êrîseka çekdarî pêk hat û 23 kes mirin

29 May 2019 01:33 0 dîtin
Li Nîjeryayê êrîseka çekdarî pêk hat û 23 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîka li Nîjeryayê, li gundên Tunga û Kabajeyê, bi motrosîletan êrîşê birin ser cotiyaran û di encamê de 23 kes hatin kuştin. Berdevkê polîsê eyaleta Zamfarayê Muhammed Şehû bûyerê ragihand.

Li gor berdevkê polîsê eyaletê Şehû, hêzên asayîşê hatine şandin bo deverê û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di demên dawiyê de bi sedema ku bi motorsîkletan êrîş dihatin kirin, li deverê motorsîklet hatibûn qedexekirin.

Çeteyên çekdar di demên dawiyê de êrîş dibin ser cotiyaran û xwediyên terş û tareşan. Wan direvînin û ji wan pere distînin.