Li Nînowayê 13 çekdarên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Ajansa îstixbarata Iraqê ragihand ku di encama operasyonên li dijî DAIŞê de, 13 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Nînowayê hatin girtin.
Ajansa Îstixbarata leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, leşkerên wan li dijî şaneyên DAIŞê operasyonên cuda li parêzgeha Nînowayê pêk anîn û 13 çekdar hatin girtin.
Li gorî ajansê piraniya çekdaran li xwe mukir hatine ku destê wan di êrîşên li dijî hêzên ewlehiya Iraqê de heye.
Herwiha roja înê jî di êrîşeke asmanî ya li herêma bajarokê Gulale yê Xaneqînê de, 2 DAIŞî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin