Li Pakistanê destekvanên Îmran Xan û polîs li hev xistin: 100 kesan binçavkirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Îslamabadê, destekvanên serokwezîrê berê yên Îmran Xan li hemberê hukumetê ketin nav tevgerê û bi polîs re şer kirin. Li ser mezinbûna bûyerê, artêş daket kolanan. Leşker di ser sed kesan re çalakvanan xist binçav.
Li Pakistanê terefdarên serokwezîrê berê yên Îmran Xan dixwazin ku Îmran Xan serbest berdin. Tevî polîs bombeyên rondikbaranê avêtin çalakvanan jî nikaribûn ber li wan digrin û leşker daket kolanan.
Di nav binçavkiriyan de, xwuşkên Îmran Xan Alema Khanum û Uzma Khanum jî hene. Tevî qedexe heye jî serokwezîrê eyaleta Hayber Pakhtunkhwa Ali Amin Gandapur, bi sedema çalakiyan organîze kiriye ew jî xistin binçav.
Gandapur bi bikaranîna heyiyên dewletê an ku hukumetê û erka ku dewletê daye bi xerabî bikaraniye, tê tewanbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin