Li Pasûra Diyarbekirê 6 dewar bi lêdana brûskê mirar ketin
PeyamaKurd - Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê ji ber lêdana brûskê 6 dewarên gundiyekê ku ew derxistibûn çêrê mirar bûn.
Hat ragihandin ku niştecihê taxa Akçakorur a Pasûrê Muzeydin Torun dema ku dewarên xwe diçêrand, baranê destpê kiriye û brûsk li dewarên wî ketiye.
Hat zanîn ku 6 serî dewarên brûsk li wan ketiye telef bûne û li cihê bûyerê mirar ketine.
Muzeydin Torun piştî bûyerê gotiye: “9 zarokên min hene û jina min jî nexweş e. Em debara xwe tenê bi van dewaran dikin. Dema min dewar diçêrandin birûsk ket. 6 dewarên min mirar ketin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin