Li Qamislo li ber postexanê teqîn: Sivîlek birîndar bû

23 October 2019 14:25 0 dîtin
Li Qamislo li ber postexanê teqîn: Sivîlek birîndar bû

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê teqîn li ber postexaneya bajarê Qamişlo rû daye û wesayîtek hatiye teqandin. Hat zanîn ku wesayîta bombebarkirî li nêzî avahiya berîdê li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Qamişlo hatiye teqandin.

Li gorî zanyariyên dawî êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin û sivîlek di encama teqînê de birîndar bûye.

Hat zanîn ku mînîbûsa hatiye teqandin ji bajarê Tirkiye Konyayê bo Rojavayê Kurdistanê hatiye anîn ku nivîsa 'Şahin Oto Galerî Konya' li ser hebû.